Li Îtaliya ji bo boykotkirina aboriya Tirkiyê dest bi kampaniyekê kir

Li bajarê Floransa yê Îtalyayê, ji bo boykotkirina aboriya şer a li Tirkiyê ‘Rîseûp for Rojava’ dest bi kampaniyekê kir.

Di çarçoveya kampaniyê de li kolanên qelebalix ên Floransayê afîş û belavok hatin belavkirin.

Di belavokan de bang li Îtaliyan hat kirin ku banka ÛnîCredît, şîrketa çekan Leonardo û şîrketa çîkolata ya navdar Ferrero yên ku bi Tirkiyê re peymanên xwe yên bazirganiyê hene boykot bikin.

Pankarta “Na ji razemeniya ji bo şer, di vê Noelê de jî Ferrero boykot bikin” bi pireke bajêr ve hate daliqandin.

Di belavokan de hate ragihandin ku 70 ji sedî yê findeqên di hilberîna Ferrero de tên bikaranîn ji Tirkiyê tên kirîn.

Leave a Reply

Back to top button