Rojnameya Belcîkî: Erdogan li ser navê olê tundrewan dişîne welatê me

Rojnameya La Libre ya Belcîkî diyar kir ku Serokkomarê Tirk Erdogan bi bihaneya hewcedariya mizgeftan a melleyan alîgirên xwe yên tundrew dişîne Belçîkayê.
Ewlekariya Belcîkî jî metirsiya xwe ji encamên bicihkirina van kesan anî zimên.

Rojnameya “La Libre” ya Belcîkî bi nûçeya sernivîsa “Erdogan hejmareke mezin a meleyan dişîne welatê me” ragihand ku Erdogan wê di sala 2020’an de 40 tundrewî bişîne Belcîkayê.

Rojanmeyê diyar kir ku ev tundrew bi bihaneya ku hejmara meleyên li mizgeftên Tirkî kêm in, tên şandin, lê belê di rastiyê de ji bo belavkirina fikrê Tirkiye yê Ixwanî û bi armanca ku bandorê li ser Misilmanên Belkîkayê dişînin.

Ajansa Nûçeyan a Belçîkî Belga jî diyar kir ku Wezareta Diyanetê “milê dirêj” yê rêjîma Tirk e û ji bilî olê bi gelek tiştên din re eleqedar dibe.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Wezareta Diyanetê mulalefetên partiya Erdogan weke “dijminê dewletê” bi nav dike û di nav civaka Tirk de qutbûn û aloziyê pêş dixe.

Hikûmeta Belcîkayê ditirse ku ev mizgeft bibin cihê hedefgirtina endamên muxalefetê û ev yek wê gefan li ewlekariya Belçîkî û ya Ewropî jî bixwe.

Ji ber vê yekê Hikûmeta Belçîkî jî dixwaze ev meleyên ku werin şandin ne ji aliyê dewleta Tirk ve, ji aliyê Rêveberiya Misilmanên Belçîkî ve werin şandin.

Li herêma Flaman a Belçîkî bi qasî 50 mizgeftên dewleta Tirk hene û 13 ji van bi awayekî fermî tên naskirin û piştgiriya maddî distînin.

Berî demekê Almanya jî metirsiya xwe ji vê yekê anîbû ziman û hejmareke mizgeftên Tirkiyê girtibû.

Leave a Reply

Back to top button