Dewleta Tirk a dagirker saziya berîdê li Girê Spî vekir

Dewleta Tirk a dagirker ji bo xaka Sûriyê parça bike planên xwe yên dagirkeriyê bi lez û bez dixe dewre.
Bi vê armancê li bajarê Girê Spî ku dagir kiribû şaxê Berîdê ya gerok vekir.

Li gorî agahiyan Saziya berîdê ya Tirkî “PTT” şaxekî xwe ya gerok li Girê Spî ku Tirkiyê dagirkiriye vekir.

Şaxê berîdê ji aliyê waliyê parêzgeha Riha û şandeyeke Tirkî ve hatiye vekirin.

Beriya niha jî dewleta Tirk a dagirker şaxên xwe yên berîdê li herêmên dagirkirî Cerablus, Bab, Izaz û Efênê vekiribûn.

Bi vê yekê dewleta Tirk a dagirker dixwaze xaka Sûriyê parçe bike û bi ser Tirkiyê ve bike.

Li kêleka vê yekê guhertina demografiya herêmê jî dewam dike û malbatên çeteyan li şûna şêniyên resen tên bicihkirin.

Leave a Reply

Back to top button