Israîlê ragihand ku ew ê nehêle ku di aliyê leşkerî ve Îran li Sûriyê û Iraqê xwe bi cih bike û tekez kir, dibe ku deverên Iranê li welatên navborî bên hedefgirtin.
Serok-Erkanê artêşa Israîlê Efîf Koxafî diyar kir ku Israîl ji bo hebûna Îranê li Sûriyê û Iraqê bêbersiv namîne û got:
Em nahêlin Îran ji hêla leşkerî ve xwe li Sûriyê û Iraqê bi cih bike.
Koxafî tekez kir ku di şerê gengaz yê di dema pêş de wê Israîl nerçar be ku herêmên Îranê yê li Sûriyê û Iraqê bêke hedef.
Serok-Erkanê artêşa Israîlê Efîf Koxafî destnîşan kir ku divê hêza Îranê yê li Sûriyê û Iraqê bê şikandin û got:
Di encamê şerê navxweyî yê Iraqê de, herêm ma bê serwerî, feyleqa Qudisê li wir çalak bû û gelek çek derbasî herêmê bûn.
Beriya du rojan jî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li derdora Şamê û gundewarên wê dengê 3 teqînan hat bihîstin.
Çavdêriyê texmîn kir ku Israîl hin deverên Îranû yê li derdora Şamê kiribin hedef.
Di encamê hedefgirtinê de, 3 kes hatin kuştin.