Rûspiyên Dêra Zorê banga piştgiriya QSD’ê kirin

Şêx û Rûspiyên eşîrên Dêrazorê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û banga têkoşînê û piştgiriya QSD’ê kirin.
Rûspiyan diyar kirin ku êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komployên mezin in û bi vê yekê dixwazin derbeyekê li ewlehiya herêmê bixin.

Eşîrên ereban yên Dêra Zorê li dijî êrîşên dagirker yên dewleta Tirk nerazîbûn nîşan dan banga parastina destkeftiyên şoreşê kirin.

Ji rûspiyê bajarokê Hecînê ya Dêrazorê Hayîs Cîcan Şahûz diyar kir ku li herêmê bi xetereyên mezin re rû bi rû ne û divê li dijî êrişan piştgiriya QSD’ê were kirin.

Hayîs Şahûz anî ziman ku Erdogan dixwaze herêmê dagir bike û demografiya herêmê biguhere.

Hayîs Şahûz destnîşan kir ku êşîr û gelên herêmê qebûl nakin ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmê vegerin û bang li tevahî pêkhateyan kir ku li dijî artêşa Tirk yekîtiya xwe ava bikin.

Rûspiyekî din yê ji bajarokê Hecînê Mihemed Şaban Zayîd jî destnîşan kir ku Erdogan bi rêya çapameniyê hewl dide ku şer û komkujiyên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne rewa nîşan bide û weha got:

“Îdîayên dewleta Tirk a têkbirina terorîstan êdî nema têne nixumandin. Hemû cîhan dizanê ne ku yên terorîst çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra ne.”

Mihemed Zayîd bal kişand ser siyasetên li herêmên dagirkirî têne meşandin û diyar kir ku li van herêman mal û milkên niştecihên resen têne talankirin û radestî malbatên çeteyan yên ji herêmên cûda anîne herêmê dikin.

Mihemed Zayîd anî ziman ku ev kiryar ne li gorî qanûnên navdewletî ne û bang li civaka navnetewî kir ku li gorî qanûnan tev bigerin û rê li ber binpêkirinan bigirin.

Mihemed Zayîd di dawiyê de bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku ji bo parastina nirxên şehîdan û destkeftiyên şoreşê piştgiriya QSD’ê bikin.

Leave a Reply

Back to top button