Gerîlayên HPG û YJA Starê li Îdirê û Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa Tirk ên dagirker çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyan de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê derbarê herdû çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê 24’ê Kanûnê hêzên gerîla li navçeya Başan a Îdirê li dijî leşkerên artêşa Tirk yên li qereqola Axurî çalakî lidarxistin.
Di encama çalakiyê de 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
Heman rojê gerîlayan li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Girê Koordîne çalakiyek pêk anîn.
Di vê çalakiyê gerîlayan li çeper û stargehên dijmin xistin, lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zanîn.