Serokkomarê dewleta tirk a dagirker îro ji nişka ve serdana Tunusê kir.
Erdogan li Tunusê careke din ragihand ku ew ji peymana xwe ya bi hikumeta Serac re venegerin û got:
Heta dawî bi hemû hêza xwe em ê piştevaniya Serac bikin û li ser daxwazeke şandina leşkeran ya ji bo wî welatî jî em amade ne.
Serokkomarê Tunusê jî ragihand ku ev peyman wan eleqeder nake û ev nakokiyeyeke di navbera sînorê herdu welatan de ye.
Şandeya dewleta tirk ji Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoğlu, Wezîrê Parastinê Hulusi Akar, Serokê MÎT’ê Hakan Fidan, pêk dihat.
Piştî hevdîtinan Erdogan û Sayîd civîneke çapemeniyê lidar xistin.
Erdogan despêkê axivî û got:
Aloziya li Lîbiyayê tenê bî sînorên wî welatî re sînor namîne û derbasî welatên cîran û bi taybet jî Tunusê dibe.
Erdogan careke din dubare kir ku ger daxwazek şandina leşkeran ji Lîbyayê were ew ê leşkeran bişînin wî welatî.
Serokomarê dewleta tirk a dagirker careke din îşaret bi Yunanîstanê kir û anî ziman ku li herêma mijara gotinê ti gotineke vî welatî ne derbasdare.
ERDOGAN GEFA ŞANDINA LEŞKERAN DUBARE KIR
Erdogan careke din piştevaniya xwe ya ji bo Serac anî ziman û wiha domand:
Em bi Serac yê ku di qada naventewî de tê naskirin re tevdigerin.
Ti naskirinek fermî ya Hefter ji aliyê civaka navnetewî ve nîne.
SEÎD: PEYMANA LÎBYA ME ELEQEDER NAKE
Serokomarê Tunusê Kays Seîd diyar kir ku bi Erdogan re bi awayekî berfireh li ser mijara Lîbyayê axivîn e.
Seîd got:
Peymana dewleta tirk ya bi Lîbyayê re di nava sînorê herdû welatan de ye.
Ev mijareke girêdayî herdû welata ne, ango me eleqeder nake.