Ji ber Bahoza Phanfonê jiyan li Filîpînê sekinî

Li Fîlîpînê bahoza dijwar pîrozbahiyên cejna Noel’ê asteng kir.
Nêzî 20 hezar rêwî û 175 keştî li peravê asê man û 60 seferên balafiran jî hat rawestandin.

 

Bahoza dijwar li Fîlîpînê jiyan tevizand.

Bahoza Phanfone ku leza wê di saetekê de 120 kêlometre ye, rê li ber bagerekî mezin vekir.

Li herêma Vîsayas a rojhilat 4 hezar kes hatin veguhestin, lê ziyanên canî pêk nehat.

Ji ber bahozê nêzî 20 hezar rêwî û 157 keştî li peravê asê man, bi kêmanî seferên 60 balafiran jî hatin betalkirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, ji ber bahozê 100 mal hilweşiyan.

Di serê meha Kanûnê de ji ber bahoza Kammûrî 13 kes jiyan xwe ji dest dabûn.

Leave a Reply

Back to top button