UNICEF: di 9 mehan de bêhtirî 500 zarok birîndar bûn û hatin kuştin

Rêxistina UNICEF a zarokan diyar kir ku di 9 mehên derbasbûyî de, bêhtirî 500 zarok li bakur rojavayî Sûriyê ji ber şer birîndar bûne û hatin kuştin.

UNICEF’ê diyar kir ku tenê di meha Kanûnê de ji ber şerê li Bakur Rojavayê Sûriyê 65 zarok hatin kuştin û birîndar bûne.

Daxuyaniya rêxistinê li ser zimanê Rêveberê Herêmî yê UNICEF’ê yê Rojhilata Navîn û Bakurê Ifrîqiyayê Teid Shiban hate dayîn.

Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku di 9 mehên destpêkê yên sala 2019’an de zêdetirî 500 zarok hatin kuştin û birîndar bûn.

 

UNICEF’ê destnîşan kir ku ji ber bombebarana li dijî herêmên sivîlan, bi taybet li Meret Nuiman a başûrê Idlibê, bi hezaran kes koçber bûne.

Li gorî daxuyaniya rêxistinê ji 11’ê meha Kanûnê ve ji ber şer tevî 60 hezar zarok, bêhtirî 130 hezar kes ji başûrê Idlibê, Bakurê Hemayê û Rojavayê Helebê reviyane.

Rêxistina UNICEF’ê bang li aliyên berpirsyar kir ku rê li ber alîkariyên mirovî vekin û jiyana bi hezaran zarokan biparêzin.

Leave a Reply

Back to top button