Bi sedan şêniyên kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan ji bo oxirkirina cenazeyê fermandara Yekîneyên Parastina Jin YPJ`ê Ronahî Yekta (Arşîn Hesen) ku di 25`ê Kanûnê de li Bendava Tişrîn şehîd bû, berê xwe dane pakrewangeha şehîd Dicel a li bajarê Kobanê .
Piştî deqeyek rêzgirtinê Endama kordînasiyona Kongreya Star a kantona Firatê Arîn Ehmed axivî û got ku wê bi hezaran ciwan riya Ronahî bişopîn in û wiha dewam kir “Divê jin, ciwan, kal û pîr rabin ser piyan û ji bo piştgiriya hêza xwe hemû li her derê bi çeka xwe asta têkoşîna xwe bilind bikin. “
Arîn wiha pêde çû:”Fermandar Ronahî ji bo azadiya tevahî jinan bi coş, bi îrade û vîneke bê hempa li ber xwe da û berê xwe da hemû çeperan, ji roja ku êrîş li ser Helebê de çê bû di nava çeperand de bû.
Ronahî bê dudilî li hember dijmin disekinî û berxwedan dikir.”
Bavê şehîd Ronahî Yekta, Enwer Hesen jî di merasîmê de axivî û diyar kir ku Ronahî li her derê bê dudilî têkoşîn kir û got:” Ronahî bi cesaret bû, li ser soza xwe bû û bê dudilî têdikoşiya, di nava ciwanên şoreşger de bû, ew li her derê bê dudilî li ber xwe dida.
Em jî weke malbat em ser bilind in.”
Piştî axaftinan belgenameya şehdî hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Cenaziyê şehîd Ronahî bi dirûşmên “şehîd namirin” spartin axê.



