Di çarçoveya gerên bênavber ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Şêx Murşid El Xiznewî bi koçberên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî re civiya.
Şêx Murşid Maşûq El Xiznewî serdana kamnpa Waşûkanî ya gundewarê bajarê Hesekê kir.
Di kampê de bi hezaran koçberên ji bajarê Serêkaniyê bi cih bûne.
El Xiznewî ji koçberan re got ew bi hêvî ye ku rojên bê li gorî hêviyên wan bin û tijî şadî û kêfxweşî bin.
El Xinewî xîtabî koçberan kir û got: “We gelek êş û azar tehemûl kirin û li ber gelek zehmetiyan sebirîn.
Em îro ji derbasbûna van zehmetiyan nêz dibin.
Hêviyên xwe qut nekin, di pêşerojê de gelek tiştên baş hene. Hûn ê di demeke nêz de li vegerin bajar û gundên xwe. Rihê kêfxweşî dînamoya bingehîn a girêdana bi jiyan û îsrara vegera li ser xakê û welat e.”
Di axaftina xwe li ser girîngiya jiyana hevbeş a navbera pêkhateyên li herêmê de El Xiznewî diyar kir ku avakirina welatekî ku tê de aştî û îstîqrar hebe pêdiviya xwe bi hevkariya tevan li ser bingeha hezkirin û biratiyê heye.
El Xiznewî da zanîn ku pêdiviya pêvajoya heyî bi hişyariyeke mezin ji hêla tevahiyan ve heye û divê ji bo parastina destkeftiyên bi saya fedekariyên gelên herêmê hatine bidestxistin, bi rihekî berpirsiyartî tev bigerin.



