Artêşa Lîbî deverên çekdarên Misrata topbaran kirin

Piştî qedandina dema diyarkirî ji bo vekişandina çekdarên hikumeta Wîfaqê, artêşa Lîbî deverên wan li Misratayê topbaran kirin.
Li aliyekî din jî, 300 çeteyên dewleta Tirk ên li Idlibê şer dikirin, derbasî Lîbyayê bûn.

Duh bi şev û heya vê sibê artêşa Lîbî bi serperiştiya Xelîfe Hefter, êrîşine asmanî li ser bajarê Misratayê pêk anî.

Li gorî rûpela navenda ragihandinê ya operasyonên artêşa Lîbî ya Facebookê, ev êrîş navendên fermandarî û embarên çekan ên li bajêr, her wiha hinek deverên çekdarên Misratayê yên li derdora bajrê Sirtê jî kirin armanc.

Ji bo vekişîna van çekdaran, roja Înê, berdevkê artêşa Lîbî Ehmed Mismarî ragihandibû ku “eger çekdarên Misrata ji bajêr venekişin ew ê dîsan dest bi bombebaranê bikin”.

Ji bo rewşa Lîbyayê, duh jî serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji nişka ve serdana Tunusê kir û bi serokkomarê Tunusê Kays Said re rûnişt.

Li wir jî, Erdogan careke din dubare kir ku “eger pêwîst bike ew ê leşkeran bişînin Lîbyayê”.

Muxalifê Tirk Ahmet Erozan:
Erdogan ji bo parastina ixwanan, wê hêzên xwe bişîne Lîbyayê

Der barê vê de, maxalifê bi navê Ahmet Kamil Erozan diyar kir ku Erdogan bi vê yekê dixwaze dawîn çepera Ixwan el-Muslimîn li Terablisê were parastin.

Berî 2 rojan hat ragihandin, Erdogan ji çeteyên Idlibê xwestiye ku kesên dixwazin biçin Lîbyayê şer bikin, bila navên wan werin tomarkirin.

Li gorî dezgehên ragihandinê jî, duh êvarî 300 çeteyên feyleqa duyemîn a “Artêşa Wetenî” ji balafirgeha Xazî Intabê derketin Lîbyayê û serçeteyê “Sultan Murad” jî di nava wan de ye..

Leave a Reply

Back to top button