Li Dêra Zorê 5 çekdarên Îranê di encama êrîşekê de hatin kuştin

5 mîlîsên Îranê di encama êrîşeke li dijî hêzên Îranê, li Bokmela Dêra Zorê hatin kuştin li gorî ku Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihandiye.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku li bajarê Bokemalê yê Dêra Zorê êrîş li dijî tugaya 47’an a girêdayî Îranê, pêk hatiye.

Çavdêriyê diyar kir ku di encamê de 5 mîlîsên Îranê hatin kuştin.

Duh Serok-Erkanê artêşa Israîlê Efîf Koxafî  diyar kir ku Israîl, ji bo hebûna Îranê li Sûriyê û Iraqê bêbersiv namîne û tekez kir ku di şerê gengaz yê di dema pêş de wê Israîl nerçar be ku herêmên Îranê yê li Sûriyê û Iraqê bike hedef.

Berî demekê jî weîzrê Parastinê yê Israîlê gef li Îranê xwraibû ku, wê Sûrî ji wan bikin Vêtinam.

 

Leave a Reply

Back to top button