Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Heta ku em nebin yek wê qirkirin û dagirkerî dewam bike

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd encamnameya konferansa xwe eşkere kir û bang li hemû hêzên Kurdî kir ku yekîtiya xwe ava bikin.

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ku di 22’ê Kanûnê li Amedê bi dirûşmeya ‘Em ji vê derê ne, em li vê derê ne, azadiya me yekitiya me ye’ konferans lidarxistibû, encamnameya konferansê eşkere kir.

Di encamnameyê de hat bibîrxistin ku di konferansê de êrîşên li dijî Kurdistanê, binpêkirinên mafên mirovan û êş û azarên ku rû didin hatine niqaşkirin.

Hat diyar kirin ku di encama van nîqaşan de gihaştine wê encamê ku di serî de jin, heta ku Kurd nebin yek wê ji qirkirin û polîtîkayên dagirkeriyê xilas nebin û çareserî jî yekîtî û azadiya Kurdan e.

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd dest nîşan kir ku ew hemû îdeolojiyên ku jinan tune dihesibîne red dikin û ew ê li hemberî parçekirina ku li ser wan hatiye ferzkirin têbikoşin.

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd diyar kir ew ê heta dawî ji bo yekîtiyê hewldana diyaloga ji bo yekîtiya bikin û got:

Eger em nebin yek, em ê herin yek bi yek

Leave a Reply

Back to top button