Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk bi boneya sala nû banga avakirina welatekî demokrat, azad û pireng kir.
Konfedraliya bi daxuyaniyekê sala nû ya 2025’an li tevahî gelê Sûriyeyê pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hêviya avakirina Sûriyeyê li ser bingeha nirxên demokrasî, edalet, azadî, pirrengî kir.
Di berdewama daxuyaniyê de konfedraliyê hêvî kir ku sala nû bibe sala rizgarkirina herêmên me yên dagirkirî.
Her wiha bang li gelê Sûriyeyê kir ku ji bo avakirina Sûriyeyeke dûrî destwerdanên derve bi hev re bixebitin.



