Buseyna Şaban: Em ê dozeke navdewletî li dijî Emerîkayê vekin

Şêwirmenda siyasî û ragihandinê ya serokatiya rejîma Sûrî Buseyna Şaban diyar kir ku ew bi tawana dizîna petrola Sûrî, li dijî Emerîkayê vekirina dozeke navdewletî lêkolîn dikin.

Buseyna Şabandi hevdîtineke li gel televizyona Meyadînê de Emerîka bi talankirin û dizîna petrola Sûriyê tawanbar kir û got:

Em vekirina dozeke navdewletî li dijî Emerîkayê lêkolîn dikin.

Cotmeha borî jî serokê rejîma Sûrî Beşar Esed tekez kiribû ku ew ê gilihê Emerîkayê li NY bike.

Esed diyar kiribû ku ev gilî wê bi tawana ku Emerîka petrola Sûriyê didize were kirin.

Beriya niha jî serokê DYE Donald Trump ragihandibû ku hêzên Emerîkî ji bo parastina herêmên petrolê wê li Sûriyê bimînin.

Emerîka destnîşan kiribû ku mayîna hêzên wan wê têkçûna DAIŞ’ê misoger bike û nehêle ku bîrên petrolê careke din bikevin destên çeteyên DAIŞ’ê de.

Leave a Reply

Back to top button