Şerê di navbera Rejîmê û çeteyên dewleta Tirk de dewam dike

Rejîma Sûrî 19’ê Kanûnê ve bi piştgiriya Rûsyayê li gundewarê Idlibê nêzî 45 herêmên ku di bin destê çeteyên dewleta Tirk de bûn kontrol kirin. Rûsyayê ragihand ku divê hevpeymana Soçiyê pêk were û çeteyên li Idlibê bi dawî bibin.
Serokê Emerîkayê Trump jî li dijî êrîşên li ser gundewarê Idlibê bertek nîşan da û ji bo kuştina sivîlan hişyarî da rejîma Sûrî, Rûsya û Îranê.

Tevî agirbesta ku dewleta Tirk behsa wê dikir daxuyaniyên rejîma Sûrî yên ku dibêje çareseriya li Idlibê leşkerî ye, li ser erdê bi awayekî piratîk pêk tên.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li gelek eniyên gundewarên Meret El-Nûman di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de şerên dijwar rû dan.

Hat diyarkirin ku di nav şer de topbaran rû didin û ji her du aliyan jî kuştî û birîndar hene.

REJÎMÊ 45 CIH KONTROL KIRIN

Rejîma Sûrî li gundewarê Idlibê piştî nuqteyên Serman û Mork, nuqteyeke din a dewleta Tirk a li Mer Hitat معرحطاط dorpêç kir.

Bi vê yekê rejîma Sûrî ji 19’ê Kanûnê ve li gundewarê Idlibê nêzî 45 herêm kontrol kirin.

RÛSYA: DIVÊ ÇETEYÊN LI IDLIBÊ BI DAWÎ BIBIN

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarov der barê mijarê de diyar kir ku divê hevpeymana Soçiyê li ser erdê pêk were û hebûna çeteyên li Idlibê bi dawî bibe.

Lê berovajî vê daxuyaniya Rûsyayê, rejîma Sûrî duh têkçûna hevpeymana Soçiyê ragihandibû û tekez kiribû ku çareseriya li Idlibê leşkerî ye.

Piştî daxuyaniya rejîmê, dewleta Tirk jî ji bo parastina çeteyên xwe yên li Idlibê pêkanîna agirbestekê ji Rûsyayê xwest, lê vê agirbest dewam nekir.

TRUMP JI BO KUŞTINA SIVÎLAN REJÎM, ÎRAN Û RÛSYA HIŞYAR KIR

Serokê DYE Donald Trump jî li dijî şerê rejîm û Rûsya yê li dijî çeteyên li Idlibê bertek nîşan da û hişyarî da ku rejîma Sûrî, Rûsya û Îranê sivîlên li Idlibê nekujin.

Trump dîsa dewleta Tirk parast û idîa kir ku dewleta Tirk hewldanên rawestandina vê ”komkujiyê” dike.

Leave a Reply

Back to top button