Artêşa Wetenî: Di çi kêliyê de dibe em Terablusê bi dest bixin

Operasyona “Cenga Dawî” ku ya Artêşa Wetenî ya Lîbyayê berî du hefteyan dest pê kiribû, dewam dike. Erdogan diyar kir ku wê di meha Çilê de şandina leşkeran a ji bo Libyayê pêşkêşî parlamenê bikin. Hikûmeta Wîfaqê jî ragihand ku ger şerê li Trablusê gurtir bibe wê ji Tirkiye piştgiriya leşkerî bixwazin.

Operasyona “Cenga Dawî” ku Artêşa Wetenî ya Lîbyayê li dijî hikûmeta Wîfaqê ji bo rizgarkirina paytexta Lîbya Trablûsê dabû destpêkirin dewam dike.

Berdevkê Artêşa Wetenî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî duh ragihandibû ku artêş di taxên Trablusê de pêş dikeve û di çi kêliyê de dibe, wê paytext bi dest bixin.

Her wiha El-Mismarî dewleta Tirk tawanbar kir ku çeteyên Nusra û DAIŞ’ê ji Sûriyê vediguhizîne Lîbyayê.

ERDOGAN: EM Ê ŞANDINA LEŞKERAN A LÎBYAYÊ PÊŞKÊŞÎ PARLAMENÊ BIKIN

Serokomarê Tirk Erdogan duh li Tûnusê careke din ragihand ku ew heta dawî bi hemû hêza xwe piştevaniya hikumeta Wîfaq a Serac dikin û eger daxwaz bikin, ji bo şandina leşkeran ya vî welatî amade ne.

Erdogan îro jî teqez kir ku di meha Çilê de ew ê li parlamenê şandina leşkerên xwe ji bo Lîbyayê pêşniyar bikin.

Erdogan diyar kir ku ew bi Tûnisê re li ser piştgiriya hikûmata Wîfaqê li hev kirine.

Ji aliyê din ve Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên dewleta Tirk li Efrînê navendên qeydkirina navên çeteyên ku wê ji bo Lîbyayê bên şandin, vekirin.

HIKÛMETA WÎFAQ: GER ŞER GURTIR BIBE EM Ê JI TIRKIYE PIŞTIGIRIYÊ BIXWAZIN

Wezîrê Derve yê hikûmeta Wîfaqê ya Lîbyayê Fethî Paşaxa jî îdîa kir ku ew bi çareseriyeyek siyasî re ne lê aliyê din qebûl nake.

Fethî Paşaxa got ku ger şer gurtir bibe wê banga piştgiriya leşkerî li dewleta Tirk bike.

Wezîrê Derve yê hikûmeta Wîfaqê ya Lîbyayê Fethî Paşaxa ragihand ku hikûmeta Wîfaq bi Tirkiye, Tûnis û Cezayîre re di nav hevkariyê de be.

SEROKKOMARIYA TÛNISÊ: EM DI ALOZIYA LÎBYAYÊ DE BÊ ALÎ YE

Lê belê Serokkomariya Tûnisê gotinên Wezîrê Derve yê hikûmeta Wîfaqê yên derbarê tifaqa di navbera Tirkiye, Tûnis û Cezayîrê de piştrast nekir.

Serokomariya Tûnisê ragihand ku Tunis di aloziya Lîbyayê de bê alî ye.

EL-SÎSÎ: MISR WÊ PIŞTGIRIYA XWE JI BO ARTÊŞA WETENÎ YA LÎBYAYÊ BIDOMÎNE

Ji aliyê din ve Serokomarê Misrê Ebidelfetah El-Sîsî bi riya telefonê bi serokwezîrê Îtalyayê جوزيبي كونتي Giuseppe Conte re axivî.

El-Sîsî teqez kir ku Misr wê piştgiriya xwe ji bo Artêşa Wetenî ya Lîbyayê bidomîne û ev şer weke şerê li dijî terorê bi nav kir.

Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte jî teqez kir ku ew ê ji bo çareseriya giştî ya Libyayê xebatên hevbeş bimeşînin.

Leave a Reply

Back to top button