Li Îranê piştî 40 salan xwepêşandanên herî mezin tên lidarxistin

Di nava 2 salên dawiyê de li Îran û Rojhilatê kurdistanê gel li dijî siyaseta rejîma Îranê di nava xwepêşandanan de ne. wepêşandanên herî mezin yên 40 salên dawî tên lidarxistin. evî ku rejîma Îranê bi zextan dixwaze dawî li xwepêşandanan bêne, çalakger îro dîsa li qadan bûn. Lê di vê rewşê de Îranê amadekariya hilbijartina parlamenê dike.

Xwepêşandêrên li Îranê duh careke din ji bo xwepêşandêran bang kiribûn.

Rejîma Îranê ku ji xwepêşandanan ditirse, bi derbekê li ser 3 herêman înternet qutkir.

Ji ber vê yekê jî derbarê xwepêşandanan de agahî zû bi zû nayên bidestxistin.

Îranê ji ber ambargoyan di nava zehmetiyeke mezin de bû, piştî xwepêşandanan rewşa wî welatî zehmetir bû.

Di 15’ê Mijdarê de piştî bihabûna nirxê sotemeniyê li Îranê xwepêşandan despêkiribûn û di demeke kin de li 27 eyaletan belav bûbûn.

Heta niha têkildarî kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin girtin, lê li gorî Rêxistina Efû ya Cihanî 304 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Ajansa Reutersê ragihandibû ku di van xwepêşandanan de nêzî 1500 kesan jiyana xwe ji dest daye û ji van 400 jin û 17 jî zarok in.

Li gorî daneyên Meclisa Netewî ya Parastinê û Komisyona Derve jî zêdeyî 7 hezar kes hatine binçavkirin.

Dezgehên çapemeniyê yên muxalîf jî hêjmara xwepêşandêrên hatine binçavkirin weke 8 hezarî diyar dikin.

Xwepêşandanên berfireh yên li Îranê ji Kanûna 2017’an ve hatin despêkirin.

Lê xwepêşandana dawî weke xwepêşandana herî mezin ya di nava 40 salên dawiyê de tê binavkirin.

Di nava atmosfereke bi vî awayî de jî wê 21’ê Sibatê jî 11. Meclisa Şûra Îslamê (parlemento) were lidarxistin.

Tê xuyakirin ku di demên pêş de jî zehmetiyên zêde yên nû li pêşiya rejîma Îranê ye.

Leave a Reply

Back to top button