Artêşa Tirk gundên Erîda û Xalidiyê yên navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ev 80’ê rojin bê navber êrîşên xwe yên dagirkeriyê li ser bakurê Sûrî didomîne.

Îro careke din artêşa dagirker rojavayê Eyn Îsayê topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di her fersendê de agirbesta li herêmê hatî ragihandin binpê dike û êrîşên dagirkeriya xwe zêde dike.

Artêşa tirk a dagirker gundên Erîda û Xalidiyê yên dikeve bakurê navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin.

Topbaran heta amadekirina vê nûçeyê jî dewam dikir.

ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER
NAVÇEYA TIL RIFETÊ BI ÇEKÊN GIRAN TOPBARAN KIR

Ne tenê li herêma Girê Spî êrîşên dagirkeriyê hebû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê ku şênî lê dimênin topbaran kir.

Bomberdûman metirsiyeke mezin li ser jiyana sivîlên li herêmê ava dike.

Derbarê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk a dagirker di 2’yê Kanûna îsla de Til Rifat bombe kiribû, 8 jê zarok 10 sivîl qetil kirbû.

Leave a Reply

Back to top button