Daiş’ê li ser riya Kerkûk-Tekrît êrîş kir, 5 kes jiyana xwe ji dest da

Çeteyên DAIŞ’ê li ser riya sereke ya Kerkûk-Tekrît wesayît gulebaran kirin, di encama de ji heman malbatê 5 kes jiyana xwe ji dest da.

Li gorî ajansa Rojnewsê, li ser rêya sereke ya di navbera Kerkûk û Tekrît de, çeteyên DAIŞ kemîn danîn û çend wesayît gulebaran kirin.

Di encama gulebaranê de 5 kesên ji heman malbatê yê di wesayîtekê de jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku di êrîşa çeteyan de 3 wesayîtên din jî rastî gulebaranê hatin û di wan wesayîtan de ti ziyaneke canî çênebûye.

DAIŞ’Ê LI KERKÛKÊ ÊRÎŞEK PÊK ANÎ
2 SIVÎL JIYANA XWE JI DEST DA

Çeteyên DAIŞ’ê duh jî li gundekê girêdayî navçeya Dubiz êrîşî nuqteyeke kontrolê ya boriya avê ya Kerkûkê kir.

Li gorî ajansa Rojnewsê, çavkaniyeke ji polîsên Dubiz ragihand ku di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de 2 sivîl ên ku li nuqteya kontirolê wezîfedar bûn, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî heman çavkaniyê herdu sivîlên ku jiyana xwe ji dest da, Kurd in.

Leave a Reply

Back to top button