Ber bi hilbijartinên hikumeta Îsraîlê ve, careke din Netanyahu serokartiya partiya Lîkudê bi dest dixe.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew di hilbijartinên serokatiya partiya Lîkudê bi ser ket û anî ziman ku ev yek dê serokatiya partiya rastgir di hilbjaratinên meha Adarê de misoger bike.
Ji aliyê xwe ve partiya Likudê ragihand ku Netanyahu 41 hezar û 782 deng bi dest xistin.
Lê berî encamên fermî bi hinekî, Netanyahu bi tîwttekê serkeftina xwe ragihand û got:
Me serkeftineke mezin bi dest xist.. spas bo endamên Likudê.
Em ê dewlata Îsraîlê ber bi destkeftiyên nedîtî ve bibin.
Îsraîl, îsal 2 caran hilbijartin li dar xisitin, lê belê dîsan jî ne Netanyahu ne jî dijberê wî Benny Gantz karîbûn hikumetê ava bikin.