Çavdêriya Sûrî: Şerekî dijwar li derdora Mearet El-Numan rû dide

Li gel nebûna balafirên Rûysa û rejîma Sûrî, li gundewarê Mearet Numan şerên dijwar di navbera rejîma Sûrî û çeteyên dewleta Tirk de rû dan.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di encama vê şerî de, çeteyên dewleta Tirk karîbûn hinek nuqteyên ku rejîmê di çend saetên dawî de bi dest xistibûn, kontrol bikin.

Çavdêriya Sûrî her wiha diyar kir ku ji beriya 48 saetan ve balafirên şer ên Rûsî û Sûrî nêzî herêma qaşo bêçek nebûne, lê rejîmê gelek deverên Mearet Numan topbaran kirin.

Li gundewarên rojhilatê Idlibê jî, çeteyên dewleta Tirk li derdora El-Tuh erebeyên leşkerî yên rejîmê teqandin û 3 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button