Rêveberiya Kampa Holê jina êzidî Mehwer Reşo, radestî mala Êzidiyan kir

​​​​​​​Rêveberiya Kampa Holê jineke êzidî ya ji Şengalê, radestî Meclisa Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê kir.

Jina hatiye radestkirin Mehwer Semîr Reşo a ji gundê Herdan ê Şengalê ye.

Mehwer piştî rizgarkirina gundê Baxozê yê Dêrazorê li Kampa Holê hatibû bicihkirin.

Mala Êzidiyan piştî Mehwer Semîr Reşo wergirt wê bi Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê re bikeve nava têkiliyan, da ku bighîne malbata wê.

Li gorî Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê wan heta niha zêdeyî 53 jinên Êzidî radestî malbatên wan kirine.

Leave a Reply

Back to top button