Mezlûm Ebdî:Deriyên me ji gelêIidlibê re vekirî ne

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku tişta ku li Idlib diqewime beşek ji projeya Erdogan a xerabkirina herêmê ye û got:

“Deriyên me ji gelê Idlibê re vekirî ne.”

Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê tewîtterê der barê polîtîkaya dewleta Tirk a li Sûriyê de nerazîbûn nîşan da.

Ebdî bal kişand ser şerê li Idlibê rû dide û weha got:

“Tişta ku li Idlibê diqewime, beşek ji projeya Erdogan a wêrankirina herêmê ye.

Divê pêşî li kesên ku bi mal û xwîna gelê Sûriyê bazirganiyê dikin were girtin û ev şerê bêserûber were sekinandin.

Her wiha Ebdî anî ziman ku divê hemû hêzên niştîmanî ku parastina welatiyên Sûrî û rûmeta wan dikin, di bin sîwanekî de kom bibin.

MEZLÛM EBDÎ: DERIYÊN ME JI GELÊ IDLIBÊ RE VEKIRÎ NE

Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew ji bo alîkarî bidin sivîlên ku rastî êrîşan tên amade ne û got:

“Deriyên me ji şêniyên Idlibê re vekirî ne. Dikarin bi hêzên leşkerî yên Idlibê yên di bin sîwana QSD’ê de bikevin nav danûstandinan û berê xwe bidin herêmên me.”

Leave a Reply

Back to top button