Li bejahiyên Idlibê şerê di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên dewleta Tirk de giran dibe û NY ragihand ku di 2 hefteyên borî de bêhtirî 235 hezar kes ji Idlibê koçber bûne.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku piştî rawestandina 72 saetan, balafiryên şer ên rejîma Sûrî û Rûsyayê careke din gundewarê Idlibê bombebarna kir.
Bombebaran li herêmên Dêr Şerqî, Til Misan, Dêr Xerbî û gundewarê Meret Numan pêk hat.
Çavdêriyê diyar kir ku ji ber rawestandina balafirên şer 72 saetan çeteyên dewleta Tirk sûd wergirtin û cihên ku hêzên rejîmê di saetên borî de xistibûn bin kontrola xwe, ji nû ve bi dest xist.
ŞERÊ LI IDLIBÊ
NY: ZÊDETIRÎ 235 HEZAR KES JI IDLIBÊ KOÇBER BÛNE
Ji ber şerê dijwar hêjmara kesên ku ji Idlibê koçber dibin jî zêde dibe.
Çavdêriyê destnîşan kir ku tenê di 4 rojên borî de bêhtirî 40 hezar kes ji bajarokê Seraqibê û gundewarê wê koçber bûne.
Ji aliyê din ve NY jî ragihand ku di 2 hefteyên borî de zêdetirî 235 hezar kes ji Idlibê koçber bûne.
NY da zanîn ku piraniya van koçberan ji herêma Meret Numan a gundewarê Idlibê ne.