Mezlûm Ebdî: Divê kurd bi yek dengî beşdarî civînên navdewletî bibin

“Ji bo ku Kurd bi yek nerînî beşdarî civînên navdewletî bibin, pêwîst e bibin yek”
Ev daxwaza dawî ya Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ji bo aliyên Kurdî ye.
Ebdî her wiha destnîşan kir ku dibe di demên pêş de, encameke erênî ji danûstandinên Şamê û Kurdan derkeve û herdû alî jî razî bin.
Fermandar Ebdî teqez kir ku, Tirkiyê niikarîbû QSD’ê têk bibe, lê belê hevgirtina navbera şervanan de xurtir kir.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî destnîşan kir, “ne ku fişar li ser QSD’ê hene, lê belê da ku bi yek dengî beşdarî diyalogên navdewlerî ji bo Sûriyê bibin, pêkanîna yekîtiya Kurdî pêwîstiyeke mezin e”.

Ebdî di hevpeyvîneyekê li gel kenala El-Yewim îşaret bi helwesta Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir “ji bo serketina danûstandinên yekîtiyê, ew dikare fişarê li hin aliyên tevgera Kurdî bike”.

Mezlûm Ebdî: Helwesta Rûsya ji doza Kurdî erênî ye

Fermandarê QSD’ê, bal kişand ser helweseta Rûsya ji doza Kurdî re û ew bi erênî nirxand.

Her wiha da zanîn ku, piştî êrîşên Dewleta Tirk, doza Kurdî mijara sereke di danûstandinên bi Rûsyayê re ye û got.

Dibe di rojên pêş de, bi garantiyeke Rûsî pêşveçûneke erênî navbera Kurdan û Şamê de çêbibe û herdû jî razî bin.

Di heman çarçoveyê de jî, Ebdî careke din şertên xwe yên ji bo Şamê dubare kir û li ser naskirina taybetmendiya QSD’ê û Rêveberiya Xweser teqez kir.

Mezlûm Ebdî: Di demên pêş de wê pêşveçûneke erênî navbera Kurd û Şamê çêbibe

Li aliyê danstaninên bi hikûmeta Şamê re jî, Fermandar Ebdî da zanîn ku, “di rojên pêş de, dibe pêşveçûnên erênî di warê diyaloga Şamê û Kurdan de pêk werin”.

Di dema êrîşên Dewleta Tirk de, leşkerên hikûmeta Sûrî li herêmê belav bû û QSD’ê jî weke gavekê ji bo parastina axa Sûriyê ji dagirkeriyê nirxand.

Mezlûm Ebdî: Têkiliya Şamê bi belavbûna leşkerên hikûmetê tine ye

Fermandarê Giştî yê QSD’ê li ser vê mijarê destnîşan kir ku, “Ev yek bi kordîneya navbera Emerîk û Rûsya û bi erêkirina QSD’ê pêk hatiye û ti têkiliya Şamê pêre tine ye”.

Mezlûm Ebdî: QSD’ê ji berê bi hêztir e

Têkildarî mijara armancên Dewleta Tirk ji êrîşên li ser herêmê jî, Fermandarê QSD’ê teqez kir ku ” Tirkiyê nikarîb planên xwe yên parçekirin û jihevxisatina QSD’ê bighîne ser, berovajî wê hevgirtineke mezin navbera şervanan de çêbû”.

Leave a Reply

Back to top button