Êrişên çeteyên DAIŞ’ê li Nîjeryayê komkujî pêk anî

Li Nîjeryayê çeteyên girêdayî DAIŞ’ê êrişê konvoya alîkariya mirovî kirin. Di êrişê de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, çeteyên girêdayî DAIŞ’ê konvoya alîkariya mirovî ya ku ber bi herêma Maîdûgûrî ya eyaleta Borno ve diçû rawestandin û komkujî kirin.

Hat ragihandin ku çete 4 xebatkarên alîlariya mirovî jî di nav de endamên koma milîs a bi navê Cîvîlîan Joînt Task Force (CJFT) û hin Xiristiyan cuda kirin û ew qetil kirin.

Li gorî agahiyan, çeteyan kincê leşkerî li xwe kirin û di 22’ê Kanûnê de komkujî kirin.

Beriya 2 rojan DAIŞ’ê di malbera xwe de ragihandibû ku wan ji bo na berdêla kuştina serçete Ebukerir El Bagdadî 11 xirîstiyan li Bornoyê kuştine.

Leave a Reply

Back to top button