Ferhat Encu: Komkujiya Roboskî bi zanebûn û plankirî pêk hat

Îro salvegera komkujiya Roboskî ye.
Tevî ku li ser komkujiyê 8 sal derbas bûn hîn jî berpirsyarên komkujiyê nehatine darizandin.
Parlamenterê Berê yê HDP Ferhat Encû anî ziman ku komkujî bi destê rayedarên dewletê, pêk hatiye û ji bo kujêr werin darizandin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Parlamenterê Berê yê HDP Ferhat Encû diyar kir ku xizmên xwe di komkujiya Roboskiyê de wenda kiribûn axîvî û diyar kir ku kesên ku dewleta Tirk rêvedibin bi awayekî plankirî ev komkujî pêk anîne.

Encu anî ziman ku heta niha ji van kesan hesab nehatiye xwestin û diyar kir ku di dewsa ku kujêr werin darizandin kesên ku edaletê dixwazin hatin cezakirin.

Ferhat Encû anî ziman ku polîtîkaya necazekirinê jî eşkere dike ku ev komkujî bi destê dewletê hatiye kirin û got,

“Ji ber vê yekê komkujiyên li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Pirsûs û li Til Rifatê pêk hatin. Ev polîtîkayek plankirî ya dewletê ye.”

Encu destnîşan kir ku dewletê ji bo ku malbatên cangoriyan dest ji doza edaletê berdin zextê dike, lê belê ji bo komkujiyên weke Roboskî pêk neyên ew ê têkoşîna xwe her roj xurt bikin.

Leave a Reply

Back to top button