Merkel ji bo peymana koçberên Sûrî wê serdana Tirkiyê bike

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel piştî sersalê serdana tirkiyê bike.

Li gorî îdaya Rojnameya Süddeutsche Zeitung, di serdanê de wê Merkel û Erdogan weke mijarên sereke li ser krîza penaberan, bûyerên li Sûrîyê û şandina leşkeran a Libyayê rawestin.

Rojnameyê diyar kir ku zêdebûna hejmara penaberan li sînorê dewleta tirk û giravên Yunanîstanê li gel hikumeta Elman fikaran çêdike.

Serokomarê dewleta tirk Erdogan ji bo parastina çeteyên xwe yên li Idlibê careke din banga agirbesta li herêmê kiribû û mijara koçberan li dijî Ewropa weke gefekê xistibû rojevê.

Neteweyên Yekbûyî jî doh bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî destpêkirina operasyona Idlibê ji despêka mehê ve 235 hezar kes ji malên xwe derketine û li herêmên nêzî sînorê dewleta Tikriyê bicih bûne.

Leave a Reply

Back to top button