Artêşa Netewî balefirgeha Terablusê kontrol kir

Artêşa Netewî ya Lîbyayê li derdora Terablusê êrîşên xwe zêde kir û balafirgeha Terablusê kontrol kir. Hikumeta AKP’ê ya ku ji bo dagirkirina xaka Libya li fersendan digere, ji têkçûna hikumeta Wifaq bihêrs bûye. Desthilatdariya AKP’ê jî xwe amade dike ku ji bo şandina leşkeran a Libyayê parlamenê kom bike.

Fermandarê Artêşa Netewî ya Lîbyayê Muşîr Xelîfe Hefter 12’ê Kanûnê operasyona rizgarkirina Terablusê ragihand.

Ji wê demê ve artêşa Lîbyayê ber bi Terablusê ve bi pêş ve diçe.

Artêşa Netewî ya Lîbyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ji balafirgeha Terablusê ya cîhanê heta depoyên petrolê, Kebriya Firûsiya û baregeha Neqliya kontrol kirine.

Hikûmeta Wîfaqê ya bi serkêşiya Fayîz El-Serac jî di warê esmanî, deryayî û bejahî de ji dewaleta Tirk daxwaza piştevaniya leşkerî kir.

Serokkomarê dewleta Tirk Erdogan di demên berê de ragihandibû ku li ser daxwaza Terablusê wê di demeke nêzîk de leşkeran bişîne Lîbyayê.

Serokê Koma AKP:
Parlamena Tirkiyê dibe ku ji bo rewşa Lîbya bicive

Piştî banga hikumeta Wîfaq, deshilatdariya AKP’ê ji bo şandina leşkeran a wî welatî ketiye nava tevgerê.

Serokê Koma AKP’ê peyamek ji hemû parlamenterên partiya xwe re şand û dazanîn ku ew ê 30’ê Kanûnê li parlamenê mijara şandina leşkeran a ji bo Lîbya bêxin rojevê.

Di peyama ku serokê koma AKP’ê de hat diyarkirin ku dibe ku di 2’ê Çile 2020’an de jî kombûnek çêbibe û ji parlamenteran hat xwestin ku ji bo vê amade bin.

Peymana Serokê AKP’ê Erdogan û hikumeta Serac a deryayî bi taybet ji aliyê Misr, Yunanistan û Qibrisê ve rastî nerazîbûnê hatibû.

Leave a Reply

Back to top button