Li Somalî teqînek pêk hat, 4 kesên tirk, 90 kes hatin kuştin.

Li paytexta Somalî Meqedîşo teqînek pêk hat û di encamê de, tevî 2 kesên Tirk, herî kêm 90 kes hatin kuştin.

Har ragihandin li taxa Afxoy a li başur rojavayê paytexta Somalî Meqedîşo otomobîleke bombebarkirî teqiya

Polîsa Meqedîşo diyar kir otomobîla bombebarkirî danê sibê li Meqedîşo ofîseke bacan hedef girt.

Hat diyar kirin ku heta niha herî kêm 90 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Ji ber rewşa giran a birîndaran metirsî heye ku hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibin.

Çavkaniyên ewlekariyê dan zanîn ku di nav kuştiyan de 2 kesên Tirk hene û tê payîn ku ew armanca sereke ya teqînê bin.

Leave a Reply

Back to top button