Nêçîrvan Barzanî: Iraq di nava krîzeke mezin de ye

Serokê Hikumeta başûrê Kurdistanê Nêçîrvan barzanî bi daxuyaniyekê balkişan li ser rewşa Iraqê û got: Iraq di nava krîzeke mezin de ye.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew rewşa Iraqê ji nêz ve dişopînin û wiha got:

Iraq di nava krîzeke mezin de ye.

Di demeke ku li ser ewlekariya li herêmê metirsî heye, derketina krîzek bi vî awayî rewşê zehmetir dike.

Barzanî biryara serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih a durketina ji erkê serokomariyê jî nirxand û ev tişt anî ziman:

Diyar e ku piştî durketina serokwezîrê Iraqê gelek zext li ser serokkomar Berhem Salih hatiye kirin.

Ji ber vê yekê birêz Berhem Salih ji peywira xwe istifa kir.

Serokê herêma Başûrê Kurdistanê teqez kir ku divê hemû çareserî li ser bingeha destûr be.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ji bo hilbijartina serokwezîrê nû yê Iraqê divê daxwaza xwepêşanderan li ber çavan were girtin û ev yek wê ji bo hilbijartina nû weke hevkariyekê be.

Leave a Reply

Back to top button