HRE: Li Babê çeteyek hate kuştin, 2 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk çalakiyên xwe didomîne.

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku hêzên rizgariyê li herêma Babê li dijî çeteyên dewleta Tirk çalakiyek pêk anîne û di encamê de çeteyek hatiye kuştin û 2 jî birîdar bûne.

Navenda Ragihandina Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê encamê çalakiya ku li Babê pêk hatibû eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, 27’ê Kanûnê Hêzên Rizgariya Efrînê li gundê Daxilbaş yê bi ser herêma Babê li hemberî çeteyên dagirker yê bi navê Firqat el-Hemzet, çalakiyek sabotajê pêk anîn.

Di encamê de çeteyek ji koma Firqat El-Hemzet hate kuştin 2 çete jî birîndar bûn.

Artêşa dagirker û çeteyên wê piştî çalakiyê bi tank, obus û hawanan gundên Malikiyê, Merenaz û Kefer Antûn yên bi ser navçeya Şera ya Efrînê topbaran kirin.

Di encama topbaranê de ziyanên madî gihîşt zevî û milkên şêniyên li herêmê.

Leave a Reply

Back to top button