Civîna li Riyadê: Êrîşên dagirkeriyê hatin paşguhkirin û bê encam bi dawî bû

Li paytexta Erebistana Siûdiyê Riyadê, civîna qaşo opozîsyona Sûriyê ku cara sêyemîn pêk tîne, bê encam bi dawî bû.

Di civînê de 13 kesayet weke nûnerên bi navê desteya danûstandinê hatin hilbijartin.

Piştî civînê encamname hate ragihandin, lê belê ji bilî êrîşa li dijî Îranê tê de ti tiştên nû nebûn.

Tevî êrîş, sûcên şer, dagirkerî û guhertina demografiyê ku dewleta Tirk a dagirker yê li Sûriyê pêk tîne, ti mijar nehatin niqaşkirin.

Torên çapemeniyê beriya civînê ragihandin ku Erebistana Siûdiyê ji bo bandora dewleta Tirk a li ser opozîsyonê kêm bike, hewl dide sazûmaniya opozîsyona Sûriyê biguhere.

23’ê Mijdara 2017’an bi banga yekrêziya opozisyona Sûrî, ku heta niha jî bi nakok e, civîna duyemîn a Riyadê pêk hatibû.

Leave a Reply

Back to top button