Salvegera komkujiya Roboskî şehîdên komkujiyê li Mexmûrê hatin bibîranîn

Şêniyên Mexmûrê bi munasebeta salvegera komkujiya Roboskî daxuyaniyek dan û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.

Daxuyanî li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan, bi beşdariya girseyeke qelabalix pêk hat.

Berdevkê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmrê Ednan Yilmaz daxuyanî xwend û got, komkujî bi fermana Erdogan pêk hatiye.

Ednan Yilmaz bibîrxist ku tevî komkujiyên din yên dewleta Tirk, ev jî bê ceza maye û tevî ku li ser komkujiya Roboskiyê 8 sal derbas bû, heta niha ti kes nehatiye darizandin.

Yilmaz got, “Dijmin bi kuştinê nikare gelê Kurd tine bike. Em xelkê Mexmûrê êşa malbatên şehîdan parve dikin û dibêjin ku em ê Roboskiyê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”

Di dawiyê de bang li rayagiştî ya mirovahiyê hat kirin ku li dijî komkujî û êrîşên dewleta Tirk a li dijî Kurdistanê bêdeng nemînin û helwestê nîşan bidin.

Leave a Reply

Back to top button