Li Ezazê bombebarana balafirên nenas li dijî zindana çeteyên dewleta Tirk êrîş pêk hat

Di van rojên ku dewleta Tirk xwe amade dike leşker û çeteyên xwe bişîne Libyayê, hat îdîakirin ku balafirên nenas zindana çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Ezazê kiriye hedef.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku li bajarê Ezazê balafirên nenas zindaneke çeteyên “Cebhet El-Şemiyê” yên Tirkiyê kir hedef.

Çavdêriya dest nîşan kir ku zindana hatiye hedef girtin zindana”Meisra” ye û li bajarokê Sico yê li nêzî bajarê Izazê li bakur rojhilatê Helebê ye dikeve.

Li ser encama bombebaranê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Îstîxbarata dewleta Tirk, ji destpêka şerê Sûriyê ve gundê Sico yê Ezazê weke navendekê bikartîne.

Di van rojên ku dewleta Tirk amadekariya şandina leşker û çeteyan ji bo Libyayê dike, dema êrîşê balê dikşîne.

Hêjayî gotinê ye Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ`ê beriya demekê fermandarên çeteyên DAIŞ`ê û komên terorîst ên din li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, kir hedefa xwe.

Yek ji wan jî serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî bû.

Leave a Reply

Back to top button