Dagirker gundên Eyn Îsa, Girê Spî û Efrînê topbaran kirin

Artêşa dewleta Tirk êrîşên xwe yên dagirkeriyê li herêmê didomînin, her dawî jî dagirkeriya Tirk gundên Eyn Îsaya, Girê Spî û Efrînê topbaran kirin.

Li gorî agahiyan, artêşa Tirk û çeteyên pê re îro di saetên şevê bi çekên giran êrîşî gundên Bîrtiktik û Kopirlik ên girêdayî Girê Spî kirin.

Dagirkerê her wiha gundên Xalidiyê û Şergirakê yên navçeya Eyn Îsayê bi hawn û obusan topbaran kirin.

Di heman demê de artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Merenaz û El-Qamiyê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê bi obusan topbaran kirin.

Têkildarî encamên topbaranê agahî nehatin bidestxistin.

Leave a Reply

Back to top button