Pentagonê beşek ji budceya xwe ya sala 2020’an ji bo QSD’ê veqetand

Piştî ku budceya xwe ragihand, Wezareta Parastinê ya Emerîkayê Pentagon, di çaçroveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, beşek ji budceya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê re destnîşan dike.

Beriya çend rojan Wezareta Parastinê ya Emerîkayê Pentagon budceya xwe ya sala 2020an bi 738 milyar dolar destnîşan kir.

Pentagonê û di çaçroveya berdewamiya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya bi hevkariya QSD’ê, ji vê budceyê beşek ji QSD’ê re destnîşan kir.

Armanca vê yekê jî, parastina girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê ku di bin destê QSD’ê de ne.

Her wiha parastina destkeftiyên şerê li dijî DAIŞ’ê.

Di budceyê de pûtepêdan bi siberoja Emerîkayê li Sûriyê jî hate kirin û hat tekezkirin ku dê rêjeya piştgirî û peydakirina pêdiviyan ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê bê bilindkirin.

Li rex wê jî alîkarî ji bo kêmnetewên li Sûriyê û Iraqê jî hatin destnîşankirin.

Leave a Reply

Back to top button