Rûsya: Li Dilibê, Rejîm êrîşeke çeteyan têk bir, 30 çete kuştî û birîndar hene

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên rejîma Sûrî êrîşeke çeteyên dewleta Tirk li Idlibê têk bir û di encamê de 30 çete birîndar bûn û hatin kuştin.

Rêveberê navenda Himêmîmê ya Lihevanînê li Sûriyê Yûrî Borîngov ragihand ku çeteyên Heyit Tehrîr El-Şam bi desteka çeteyên bi navê Artêşa Niştîmanî ya Sûrî êrîşî nuqteyên rejîma Sûrî li bajarokê Cercenazê li Idlibê kir.

Navendê diyar kir ku çeteyan bi derdora 50 erebeyê êrîş pêk anî.

Li gorî navendê, hêzên rejîmê êrîş têk bir û derdora 30 çeteyî birndar bûn û hatin kuştin.

Her wiha 2 erebeeyên çeteyan hatin rûxandin.

Navendê tekez kir ku ji hêzên rejîmê ti leşker nehatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button