Ji ber êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmê 810 dibistan hatin girtin

​​​​​​​Li Bakurê Sûriyê ji ber êrişên dawîn ên artêşa Tirk proseya perwerdê hate rawestandin û 810 dibistan hatin girtin.

Proseya perwerdê li herêmên hatine dagirkirin û nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê jî hatine rawestndin.

Artêşa Tirk kel û pelên dibistanan dizîn û kirin baregeh û 20 dibistanên ku piraniya wan li Serêkaniyê ne topbaran kirin.

Niha li herêmên dagirkirî 86 hezar xwendekar ji mafê xwendinê bê par man e.

Çavkaniyên herêmî ragihandin artêşa Tirk bi îdîayên ku mamosteyan ji nû ve erkdar bikin, dihêlin navên xwe di sicilên taybet bi çeteyan tomar bikin.

Her wiha mamosteyên ku diçin herêmên di bin serweriya Rêveberiya Xweser de gef li wan tê xwarin û mal û milkên wan desteserdikin.

Leave a Reply

Back to top button