Foza Yûsiv: Avakirina Meclisa Jinan a Bakurê Sûrî gaveke dîrokî bû

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsiv diyar kir ku di nava sala 2019’an de gelek gavên dîrokî hatin avêtin û yek ji wan jî avakirina Meclisa Jinan a bakur û rojhilatê Sûrî bû.
Foza Yûsiv teqez kir ku ew ê bi hêza ku ji dayîkên şehîd digirin, xeta xwe ya berxwedanê xurt bikin û got:
Sala 2020`an wê bibe sala pêşxistin û mayîndekirina şoreşa jinan.

Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Foza Yûsiv pêşketin û xebatên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên sala 2019`an nirxand.

Foza Yûsiv diyar kir ku têkoşîna jinan a li bakur û rojhilatê Sûrî her ku diçe xurtir dibe û 2019’an bi gaveke dîrokî Meclisa Jinan a bakur û rojhilatê Sûrî hate avakirin.

Foza dest nîşan kir ku ev Meclis wê şûna Parlamana jinan bigre û jin karibin di çalakiya guhertina civakî de rol bilîzin.

Foza Yûsiv:
YPJ’ê tola jinên ji DAIŞ’ê ziyan dîtî rakir

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê berxwedana YPJ’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê û dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wî bi pîrozî binav kir û wiha got:

YPJ`ê tola hemû jinên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve rastî tecawiz, firotin û tundiyê hatine, rakir.

Foza Yûsiv dest nîşan kir ku şehadeta sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û dayika Aqîde bandoreke mezin li wijdanê mirovahiyê kir û careke din ji cîhanê re teqez kir ku Erdogan dijminê jinan e û DAIŞ`î ye.

Foza Yûsiv li dijî tundiya di malbatan de banga têkoşînê kir û teqez kir ku doza rizgariya jinan doza mêrane jî .

Foza Yûsiv:
Helwesta dayîkên şehîdan nîşaneya şeref û rûmetê ye

Foza Yûsiv pêşwazîkirina dayîkan ya ji bo cenazeyê zarokên xwe yên şehîd jî ev tişt anî ziman:

Tevlîbûna dayikan di xwepêşandanan û xweragirtina li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de bû nîşaneya şeref û rûmetê.

Pêşwazîkirina zarokên xwe yên şehîd bi tilîliyan hêzeke mezin da berxwedêrên Berxwedana Rûmetê û careke din îspat kir ku ew lehengên ku lehengan diafirîne.

Foza Yûsiv bi bîr xist ku kîna Erdogan û çeteyên wî li hemberî jinan pir mezine û dixwazin bi rêya jinan tola xwe ji sîstema demokratîk hilînin.

Ji ber vê hedefgirtina jinan, rastiya îdeolojî û siyaseta ku AKP`ê ya li dijî jinan diyar dike.

Foza Yûsiv:
2020 wê bibe sala pêşxistin û mayîndekirina şoreşa jinan

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM Foza Yûsiv dawiyê teqez kir ku kes nikare hêviyên wan yên jiyana azad û birûmet têk bibe. Sala 2020`an wê bibe sala pêşxistin û mayîndekirina şoreşa jinan.

Leave a Reply

Back to top button