Çavdêriya Sûrî: Ji bo wan bişîne Lîbyayê, dewleta Tirk 1000 çeteyî perwerde dike

Piştî destwerdana li sûrî û wêrankirina beşeke mezin a xaka Sûrî dewleta tirk bi çeteyên xwe yên DAIŞ û El Qaîdeyê niha berê xwe dide Lîbyayê.
Dewleta tirk a dagirker ku çeteyên xwe ji Idlibê derbasî tirkiyê dike, vê carê jî bi rêyên taybet wan derbasî Lîbyayê dike.
Ajansên cihanî jî ev yek bi dîmenan piştrast kirin.

Dewleta Tirk piştî Sûriyê, bi destê çeteyan Libyayê jî dagir dike

Dewleta Tirk a dagirker, weke li Sûriyê, li Libyayê jî bi rêya çeteyên DAÎŞ û El Qaîdeyê hewl dide, welat bike qada dagirkerî, qirkerî û faşîzmê.

Ajansa nûçeyan a navneteweyî Bloomberg bi daxuyaniyên 2 rayedarên payabilind ên dewleta Tirk û desthilatdariya Trablûsê ya ku bi dewleta Tirk re tev digere, piştrast kir ku dewleta Tirk ji bo vê yekê, bi taybetî li Mare û Ezazê, navend vekirin û çeteyên wê ji bo Libyayê rê bike, li van navendan berhev dike.

Hate ragihandin ku di serî de komên bi navê Siltan Murad û El-Mutasim ên Qaîdeyî, bi sedan çete bi balafirên dewleta Tirk, ji balafirgehên Tirkiyê birine Libyayê.

Li gorî heman ajansê, rayedarê desthilatdariya Trablûsê dibêje, li hemberî pêşveçûna hêzên Hefter a ber bi Trablûsê ve, neçar mane daxwaza dewleta Tirk a ji bo rêkirina van komên çete qebûl bikin.

Li gorî berpirsê Çavderiya Sûrî ya Mafê Mirovan Ramî Ebdurehman jî, dewleta Tirk ji komên DAIŞ û Qaîdeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî, bi kêmanî 500 çete heta niha şandine Lîbyayê..

Çavdêriya Sûrî: Ji bo wan bişîne Lîbyayê, dewleta Tirk 1000 çeteyî perwerde dike

Îro jî, Çavdêriyê agahîne nû par ve kir û ragihand ku hejmara kesên gihaştine kampên perwerdeyê yên li Tirkiyê, derdora hezarî ye.

Çavdêriyê da zanîn ku wan çend deng bi dest xistine ku çeteyên dewleta Tirk bi hinek çeteyên din re dixavin û dibêjin:

“Eger hûn amade bin, hûn ê sibe saet 10 ji Efrînê derkevin Terablusê.

Çavdêriyê diyar kir ku, çavkaniyên Lîbî jî ragihandiye ku “eger em wêneyên li ser ‘google map’ berhev bikin, dê bibînin ev çete li devera Selahedîn a li başûrî paytexta Lîbyayê ne.

Di rêya van dîmanan re jî, em dibînin ev çete li kampa التكبالي el-Tekbalî kom bûne.

Di rêya xizmeta googlê re jî, dê xuya bike ku ji beriya mehekê ve amadekarî tên kirin.

Ev jî tê wateya dewleta Tirk ji zû ve amadekariyên pêşwazîkirina çeteyan dike.”

Çavdêriyê dazanîn ku çete û kesên aniha têne perwerdekirin, berê endamên Tevgera Hezim bûn a ku berî çend salan hatibû jihevxistin.

Leave a Reply

Back to top button