Bagera li Fîlîpînê heta niha 41 kesan jiyana xwe ji dest daye

Bahoza Phonfonê a li Filîpînê bi xurtbûna xwe re hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dide zêdetir dike.
Hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 41’an.

Bagera ku roja Noelê li Fîlîpînê rabû, doh bi dawî bû.

Lê vê bahozê li pey xwe xesarek mezin hişt.

Li gorî bîlançoya nû hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest daye, gihîşt 41 kesî.

Rayedar dibêjin bagerê bandor li meliyonek û 600 hezar mirovî kiriye.

Her wiha derdora 260 hezar xanî zerar dîtine û herî kêm 100 hezar kes jî neçar mane ku malên xwe biterikînin.

Hikumetê ragihand ku vê bagerê bi qasî 21 milyon dolarî zerar li qada çandinî û binesaziyê kiriye.

Di sala 2013’an de li heman herêmê bagera Haiyan rabû bû û zêdeyî 7 hezar û 300 kesî jiyana xwe ji dest dabû.

Li Fîlîpînê salane derdora 20 bahoz radibin.

Leave a Reply

Back to top button