
Rêveberiya kampa Holê ji bo germkirinê, heftane 125 hezar lîtr gaz li koçberan belav dike.
Berpirsê buroya xizmetguzariyê yê kampê Berzan Abdullah diyar kir ku 5 nuqteyên belavkirina gazê li kampê hatine diyarkirin.
Berzan Abdullah destnîşan kir ku her malbatek 25 lîtr gaz ji bo 10 rojan werdigire.
Her wiha ger malbat zêdetirê 8 kesan be 50 lître werdigre.
Abdullah teqez kir ku heftane li kampê 125 hezar lîtreyên gazê tê belavkirin.