Li Başûrê Kurdistanê ji ber boykotê hawirdekirina malê Tirkiyê 492 milyon dolar ketiye

Yekîtiya Hawirde û Hinardeya Herêma başûrê Kurdistanê diyar kir ku pêngava wan ya ber boykotkirina malên Tirkiyê li herêmê bi qasî 492 milyon dolar zerer da aboriya tirkiyê.

Serokê şaxa Hewlêr ya Yekîtiya Hawirde û Hinardeya Herêma başûrê Kurdistanê Geylan Hacî Seîd, bi daxûyaniyek çapemeniyê rêjeya hawirde û hinardeya sala 2019’an eşkere kir.

Li gorî rêjeyê, di 9 mehên sala 2019’an de 48 milyar û 970 milyon dolar ji bo Herêma başûrê Kurdistan û Iraqê hawirde hatiye kirîn.

Seîd diyar kir ku li gorî sala 2018’an, îsal hawirdekirina ji bo Herêma başûrê Kurdistanê ji sedî 22 daketiye.

Herêma başûrê Kurdistan û Iraqê di serî de Tirkiyê û Îranê û ji Çînê jî kel û pelan dikirin.

Hacî Seîd balkêşa ser bandora boykotkirina malê Tirkî û da zanîn ku hawirdekirina malê Tirkî 492 milyon dolar daketiye.

Leave a Reply

Back to top button