Riyad Derar: MSD wê di civînên bê yên komîteya destûrî de beşdar bibe

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Riyad Derar diyar kir ku MSD wê di civînên bê yên Komîteya Destûrî ya Sûrî de beşdar bibe.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar teqez kir ku MSD di çaçroveya berjewendiyên gelê Sûriyê de tevdigere û di civînên komîteya Destûrî ya Sûriyê yên bê de jî ew ê beşdar bibin.

Riyad Derar di axaftina xwe ya li gel ajansa Sputnikê, bal kişande ser rola welatê Misirê ya erênî û destnîşan kir ku amadekariyên ji bo lidarxistina Kongreya Qahîrayê ya Sêyemîn tên kirin û Misirê deriyê xwe ji MSD re vekiriye.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar têkildarî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî jî destnîşan kir ku Erdogan bi riya herêma ewle ya ku behsa wê dikir, herêmên Sûriyê dagir kirin, şêniyên resen dan koçberkirin û guhertina demografîk pêk tîne.

Leave a Reply

Back to top button