Nûjîn Yûsif: Divê mafên Jinên Sûrî di destûra welat de were mîsogerkirin

Meclisa Jinan a Sûriyê ya şaxê Helebê ji bo nirxandina rewşa siyasî û geşedanên dawî panelek li dar xist.

Panel Li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê pêk hat.

Di panelê de girseyek ji nûnerên partî, saziyên sivîl û çand û çalakevanên serbixwe yên jin amade bûn.

Cîgira Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Nûjîn Yûsif derbarê rewşa siyasî axivî.

Nûjîn Yûsif diyar kir ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di her qadan de siyasî, leşkerî, civakî û doplomasî roleke pêşeng kir û got:

Pêwîst e hevpeymaneke civakî ji bo hemû jinên Sûrî were amadekirin ku mafên wan di destûra Sûriyê de misoger be.

Cîgira seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Nûjîn Yûsif bang li hêzên Sûrî û jinên Sûriyê kir ku yekîtiya xwe ava bikin û diyalogên navxweyî pêk bînin da ku bighêjine çareseriyeke.

Leave a Reply

Back to top button