Emerîka çekdarên Hizbullah û Heşda Şabî li Iraq û Sûriyê kirin hedef

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Pentagonê ragihand ku hêzên wan li Iraq û Sûriyê li 5 baregehên çekdarên Hizbullah û Heşid El-Şabî dan.

Artêşa Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ” Derbeyên li Iraq û Sûriyê baregehên çekdarên Hizbullah, depoyên çekan û navendên fermandariyê kirin hedef.”

Heşid El-Şabî jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku nuqteyên çekdarên wan li Iraq û yên li ser sînorê Sûriyê rastî êrîşên hêzên Emerîkî hatin.

Heşda Şabî tekez kir ku di encamê êrîşan de bi dehan kuştî û birîndar ji çekdarên wan çêbûn.

Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê jî derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku di êrîşa Emerîkayê de 4 leşker hatine kuştin, 31 jî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button