Li Tirbespiyê, bi wesîleya sersalê şahiyek ji zarokan re hat lidarxistin

Li navçeya Tirbespiyê Partiya Lîberal a Kurdistanê û Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê bi wesîleya sersalê şahiyeke ji bo zarokan li dar xist.

Şahî li Buroya Partiya Lîberal bi amadebûna bi dehan zarok, nûnerên partiyên siyasî yên li navçeyê hate lidarxist.

Di şahiyê de rêveberê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Hanî Nebî bi xêrhatina beşdaran kir û sala nû pîroz kir.

Hanî anî ziman ku armanca wan ji vê şahiyê dilê zarokan, bi taybet ên Serêkaniyê û Girê Spî şad bikin û wan ji bandora şer dûr bixin.

Di dawiya şahiyê de dîlan hatin gerandin û diyarî li zarokan hate belavkirin.

Leave a Reply

Back to top button